Artêşa dagirker gundên Minbic Şehba û Şêrawa topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker vê sibê Minbicê û şevê din jî gundên Efrînê û Şehbayê bi dijwarî topbaran kir û hat ragihandin topbaran li ser gundê Mişêrfê yê Şehbayê heta saetên berî niha jî berdewam bû.

Navenda Ragîhandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand vê sibehê Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Seyad ya bakur û rojavayê Minbicê topbaran kir.

Navendê eşkere kir “Topbaran bê serûber ji biryargeha li gundê Yaşlî li ser gundên tijî sivîl çê bû, bi zêdeyî 21 topan pêk hat û xisar li malên sivîlên El Seyada bû.”

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişa li ser sivîlan, qanûnên navneteweyî binpê dike.

Şevê din jî derdora se’et 11’an gundên Bênê û Aqîbê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê bi dijwarî hatin topbarankirin.

Beriya wê bi nîv saetê gundên Dêr Cemal, Til Medîq û Bendava Şehba yên Şehbayê jî hatin armanckirin.

Back to top button