Rêxistinên Civakî ji bo Rêber Apo serî li Konseya Ewropayê dan

Gelek rêxistinên mafên mirovan, ji bo Rêber Abdullah Ocalan û sê girtiyên din ên li Îmraliyê, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan û diyar kirin ku cezayên heta hetayî yê girankirî li dijî wan, li dijî xala 3’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. 

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê, Komeleya Mafên Mirovan, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê û Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê ji bo Rêber Abdullah Ocalan û sê girtiyên din ên li Îmraliyê, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan.

Serlêdana rêxistinan têkildarî “cezayên girtîgehê yên girankirî” e.

Di serlêdanê de işaret bi biryarên DMME’yê hate kirin ku mehkûmkirina Rêber APO, Kaytan, Gûrban û Boltan bi cezayê muebbetê, li dijî xala 3’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye.

Rêxistinan bal kişandin ser 4 pîvanên DMME’yê ku di nava Hiqûqa Tirk de bê bersiv mane û ev pîvan bi bîr xist:

Ceza ji aliyê hiqûqî ve dikare bê kêmkirin”, “Bicihanîna ceza divê li gorî resos.yalî.zas.yona hikumxwar be û li bidawîbûna rewşa metirsîdar bê”, “Di pêvajoya jinûve nirxandina ceza de hikumxwar xwedî misogeriya ûsûlî be”, “Ceza dikare bi fîîlî bê kêmkirin.”

Her wiha di serlêdanê de hate ragihandin ku ji ber qedexeyên berdana bi şert, mafê hêviyê li şertê ‘ceza ji aliyê hiqûqî ve dikare bê kêmkirin’ pêk nayê.

Di serlêdana rêxistinên mafên mirovan de ev tespît hatin kirin:

  • Têkildarî tedbîrên giştî de Plana Çalakiyê ya Hikumetê, ji bo peydakirina çareseriyê, rakirina qedexeya berdana bi şert û rawestandina binpêkirinan ne pêkane.
  • Tevî ku têkildarî rêber Ocalan û girtiyên din cezayê heta hetayê bêyî derfetê berdana bi şert hatiye birîn, Komîteya Wezîran mijar nexistiye rojeva xwe.
  • Ji bo rakirina cezaya girtîgehê yê heta hetayê yê girankirî, li nava hikûmetê bê bersiv maye.
  • Tevî guhertina li xala 89’an a qanûna Înfazê û qanûna 7242, derfeta berdana hikumxwarên mubeta girankirî nagire nava xwe.
  • Daneyên muebetên girangirî yên li Tirkiyê nayên eşkerekirin.
  • Li gorî pîvanên di biryarên DMME’yê de hatine destnîşankirin, divê hemû girtî ji derfeta berdana bi şert sûdê werbigre.
Back to top button