Nilufer Koç: Divê PDK’ê pozîsyona xwe zelal bike û rê li pêşiya dagirkeriyê bigre

Endama Desteya Rêveber a KNK’ê Nilufer Koç da zanîn divê PDK’ê helwesta xwe zelal bike û nakokiyên di nava xwe jî çareser bike. Der barê krîza ku di nava YNK`ê de derketî jî Nilufer Koç diyar kir ku daxwaza rakirina peyva niştîmanî ji YNK`ê heye û li gel diyalogan ew hewil didin wê pirisgirêkê derbas bikin.

Ev zêdeyî 2 mehan e êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên başûrê Kurdistanê bi hemû şîwazan berdewame, gerîlayên azadiyê jî li dijî van êrîşan berxwedaneke dîrokî dimeşînin.

Tişta ku balê jî dikşîne, hêzên girêdayî PDK’ê alîkariya dewleta Tirk dike û li kêleka wan êrîşê noqteyên gerîla dike.

Tevî bangên PKK, gel, hunermend û siyasetmedaran ji bo rêgirtina li pêşiya şerê navxweyî, lê PDK’ê tu helwestê nîşan nade.

Der barê mijarê Endama Desteya Rêveber a KNK’ê Nilufer Koç axivî.

Nilufer Koç da zanîn ku Erdogan hatiye qonaxa dawî, divê PDK’ê pozîsyona xwe zelal bike û partiyên din jî zextekê çêbikin da ku rê li pêşiya dagirkeriyê bigrin.

“Tevî ku Mezûd Barzanî dibêje ezê nehêlim şer derkeve lê ser erdê ne wisaye”

Nilufer anî ziman di navbera PDK`ê bi xwe de nakokî hene, serokê PDK`ê Mesûd Barzanî gotibû ew destûrê nade şerê navxweyî yê Kurdan çêbibe, lê mixabin pratîkên ku bi navê PDK`ê tên kirin vê piştrast nake.

Nilufer Koç got ku divê PDK’ê zexteke deplomatîk û siyasî li Tirkiyê bikin da ku deriyê dawî jî li ber dagirkeriyê bigirin.

“YNK”ê divê xwedî li peyva niştiman derkeve”

Der barê krîza ku di nava YNK`ê de rû daye, Endama Desteya Rêveber a KNK’ê Nilufer Koç destnîşan kir ku ev pirsgirêk wekî navxweyî nîşan dide. Dixwaza rakirina peyva niştîmanî ji YNK`ê heye û ev tişt anî ziman:

Back to top button