HPG: Komên bi ser PDK’ê li devera Xelîfanê êrîşî gerîla kir û şehîd hene

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku 26 vê mehê pêşmergeyên PDK’ê li qada Xelîfanê êrîşê komek gerîla kir.
Li gor wan agahî ji şêniyên herêmê wergirtine pêşmergeyên PDK`ê koma gêrîlayan xistine dorpêçê û paşê êrîşî wan kirine.
Di encama êrîşa PDK’ê de gerîla şehîd ketine lewma HPG’ê bi daxuyaniyekê ji PDK’ê xwest ji wan û ji raya giştî re vê yekê zelal bike. 

PDK tevî hemû bangên gelê kurd û rêxistînên kurdî jî di derxistina şerê birakujî de israr dike û şandina peşmergeya ji bo qadên gerîla didomîne.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 26’ê vê mehê komeke gerîlayên HPG’ê dema ku ji cihekî diçûn cihekî din, li devera Xelîfan têkilî digel wan qut bû.

HPG’ê di daxuyaniyê de da xuyakirin ku wan agahî ji şêniyên herêmê wergirtine ku koma gerîlayan ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê hatin dorpêçkirin û êrîşî wan kir.

Li gor şêniyên devera Xelîfanê, pêşmergeyên PDK’ê ji grûpa navbirî hin gerîla şehîd xistin.

HPG’ê li gor şêniyan got:

“Qada Xelîfan ji aliyê PDK’ê ve hatiye dorpêçkirin, ketin û derketin nava qadê hatiye qedexekirin û ti agahî nayê standin”.

HPG: Divê PDK rewşa grûpa wendayî ya gerîla ji me û raya giştî re zelal bike

HPG’ê diyar kir ku ew der barê rewşa hevalên wendayî de bifikar in û got:

“Divê PDK der barê rewşa hevalên wendayî de ji PKK’ê û raya giştî re agahiyine zelal bi par ve bike. Ev rewş êdî hew tê pejirandin. PDK’ê bi vê awayî xizmeta dijmin û dagirkeriyê dike”.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd kir ku bi hestiyarî û berpirsiyarî ji bo berjewendiyên neteweyî yê gelê Kurd tevbigerin.

Jixwe berî niha, anku 26 vê mehê medyaya bi ser PDK’ê ve ragihandibû ku li qada Xelîfanê gerîlayan êrîşî pêşmergeyan kiriye û di encamê de ziyan derketine.

Lê belê zelal bûye ku agahiyên medyaya PDK’ê rastiyê dûr in, ji ber ku rastî eşkere dibe û yên ku wenda bûne, gerîlayên HPG’ê ne, ne pêşmergeyên PDK’ê..

5’ê Hezîranê de jî dewleta Tirk ji bo di nav PDK û PKK’ê de şerderxîne bi êrîşek hewayî 5 peşmerge şehîdxist û yek ser ragihandina PDK”ê vê bûyerê xist stûyê gerîla, lê rastî piştre derket holê.

Back to top button