YPG’ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Hêzên Parastina Gel YPG’ê nasnameya endamekî xwe ku şehîd bûye, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Ercan Can bi nasnav Mazlûm Serhed ku di encama qezaya trafîkê de di 28’ê Tîrmehê de li bajarê Hesekê şehîd bû, eşkere kir.

YPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir Mazlûm Serhed dema ku têkoşîna azadiyê li rojavayê Kurdistanê û bakurê Suriyê pêş diket tev li nava şoreşê bû.

Hat diyar kirin Mazlûm Serhed bi bawerî û coşeke mezin kar û xebatên şoreşê meşandin û hemû erkên xwe heta kêliya dawî bi berpirsiyariyeke mezin bi cîh anîn.

YPG’ê sersaxî ji malbata şehîd Mazlûm re xwest û soza şopandina riya şehîdan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye;

Ercan Can bi nasnav Mazlûm Serhed di encama qezaya tirafîkê de 28’ê Tîrmeha 2021’an li Hesekê şehîd bû.

Back to top button