HPG: Li herêma Xakurkê 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de derbeke din ya giran li dagirkeran xistin. HPG’ê diyar kir di encama çalakiya gerîlayan de ku li Xakûrkê li dar xistin, 5 leşkerên Tirk yên dagirker hati kuştin û 2 çeper hatin rûxandin.

Çalakiyên gerîlayan yên li dijî artêşa Tirk a dagirker ku êrîşî başûrê Kurdistanê dike dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorosê de li herêma Xakurkê li leşkerên Tirk yên dagirker hate xistin û ev agahî parve kir;

“26’ê Tîrmehê ji du baskan ve li dagirkerên li ser girê Şehîd Axîn hate xistin. Di çalakiyê de 2 çeper hatin rûxandin, bi kêmanî 3 dagirker hatine cezakirin. Hêzên me gir xistin di bin kontrola xwe û dest danîn ser çekek BKC.

27’ê Tîrmehê jî li devera Şehîd Şahan li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de jî, 2 dagirker hatin cezakirin.”

HPG’ê diyar kir di dema çalakiyê de ku artêşa Tirk derbekî giran xwar, gerîlayê bi navê Çekdar Giravî bi giranî birîndar bûbû, tevî hemû mudaxeleyan jî şehîd bû.

HPG’ê diyar kir 27 û 28’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker herêmên Xakurkê, Avaşîn û Metînayê bi helîkopter, balafirn şer û çekên giran bombebaran kir.

Hat diyar kirin ji ber van bombebaranan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnemeyên 6 gerîlayên ku di 29’ê Tîrmeha 2017’an li herêma Botanê şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê sersaxî ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê re xwest.

Fermandariya YJA Star gerîlayên eyaleta geverê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha YJA Starê jî bi daxuyaniyekê fermandar û şervanên Eyaleta Geverê yên YJA Starê ku tevlî çalakiya 27’ê Tîrmehê bûne, ku ev çalakî li dijî karwanê dagirkeran ku ji Geverê diçûn qereqola Wargenima hat kirin, pîroz kir.

YJA Starê got, “Em hêvî dikin ku gerîlatiya jin ya Modernîteya Demokratîk bi ked û fedakariyê pratîk bikin û çalakiyên we yên serketî berdewam bikin.”

Back to top button