Ji navçeya Bilbilê ya Efrînê 3 sivîl hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî, hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlan roj bi roj zêde dibin.
Dagirkeran ji navçeya Bilbilê 3 kesên din revandin. Dagirker di çarçoveya gurhetina demografya Efrînê de jî avakirina kampan ji bo malbatên çeteyan û kesên ji derve tînin, dewam dikin.

Li Efrîna dagirkirî, her diçe sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên hov li dijî sivîlan zêde dibin.

Malpera Afrinpost ragihand ku duh çeteyan bi ser gundê Kêla yê navçeya Biliblê girt û du sivîl revandin.

Çeteyan bi tewanên ne rast şêniyên bi navê Ehmed Reşîd Hisên ê 50 salî û Şêxmûs Hebeş ê 38 salî revandin.

24’ê vê mehê jî, li navenda navçeya Raco, çeteyan welatiyê kurd ê bi navê Îmad Ereb ê ji gundê Karêh yê Biliblê revand.

Li gorî malperê, çeteyan telîfona Îmad destser kir û ber bi cihekî ne diyar ve birin, heya niha çaranûsa wî nediyar e.

Di navbera Efrîn û Şêrawa de ji çeteyan re wargeheke din tê avakirin

Di çarçoveya guhartina demografî Efrînê jî, dagirkeriya Tirk avakirina wargehên niştecihê yên din ji çeteyan re didomîne.

Malpera Efrinpost ragihand ku dagirkeriya Tirk bi destekdayîna komeleyeke Kiwêtî dest bi avakirina wargeheke din kir.

Ev wargeha niştecihê, di navbera gundê Tirndê yê Efrînê û gundê Kurzêlê yê Şêrewa tê avakirin.

Li gorî Malperê, ji her malbateka çeteyan derdorî 400 metreçargoşe erd dê were veqetandin.

Berberî nirxê wê, dagirkeran 200 dolar ji her malbatek çeteyan dê bistîne.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan destnîşan kirbû ku li Efrîn û navçeyên wê dewleta Trik li zêdeyî 30 deverî ji çetayên re wargehên niştecihê ava kir.

Hat diyar kir ku 3 wargeh li navçeya Şiyê û li gundê Şadêra, Avrazê û Baflyon hatin avakirin.

Her weha dagirkeran du wargeh li ser çiyayê Lêlon ava kirin.

Back to top button