Balafirên şer ên Rûs gundên Idlibê bombebaran kir

Li Idlibê şer û pevçûn dewam dikin.
Balfirên şer yên Rûsiyayê derdora cihekî artêşa Tirk ya li Cebel Zawiyê bobebaran kir. li Derayê jî di şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên herêmî de 8 leşkerên hikumetê û 3 çekdar hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibehê balafirên şer ên Rûsyayê deverên li bajarokê Bare yê çiyayê Zawiyê ya ku tê de nuqteyeke çavdêriyê ya girêdayî dagirkeriya Tirk heye, bombebaran kir.

Li aliyekî din jî hêzên hikumeta Şamê bajarokên Ibilîn û Bare yên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li gorî Çavdêriyê, duh balafirên Rûsî li dijî deverên li Diwêr Ekrad a rojavayê Hemayê û herêmên din li Berze û derdorê Kebane yên çiyayê Ekrad ê bakurê Lazîqiyê, zêdetirî 7 êriş pêk anîbûn.

Li Derayê 8 leşkerên hikumetê û 3 çekdar hatin kuştin

Li parêzgeha Derayê, Piştî binkeftina danûstandinên di navbera komîteyên Dera El-Beled û hêza hikumeta Şamê de şer bi dijwarî derket.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumetê di seatên Sibehê de Taxa Dera El-Beled bi mûşek û hewinan topbaran kir.

Ji aliya xwe ve çekdarên ji herêma Derayê êrîşî bendên kontrolê yên hikumetê yên li gundewarê Derayê kirin.

Çekdaran bendên Um El-Meyazin, Tîbaصيدا , Sêda, Kihîl, Hirak û Milêha yên li gundewarê rojhilatê Derayê kontrol kirin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, di nav çend seatên borî de 8 leşkerên hikumetê û 3 çekdarên herêmî hatin kuştin, 2 kes jî di topbaran hêzên hikumetê li ser taxa Dera El-Beled hatin kuştin.

Çavdêriyê diyar kir ku çekdaran li gundewarên rojava û rojihat Derayê zêdeyî 15 leşkerên hikumetê dîl girtin

Her weha tankek û gelek çek û cebilxane yên hêzên hikumetê hatin desteserkirin.

Back to top button