Tûnis..4.8 milyar dolar pereyê giştî hatiye dizîn

Li Tûnisê sedemên ji erkgirtina serokwezîr û cemidandina erkên parlamentoyê êdî diyar dibe. Serokomarê Tûnisê Seîd ragihand ku 460 kesan bi nêzî 5 milyar dolar pereyê giştî dizîne.

Seîd got, ev kes wê werin darizandin. Li aliyê din her çiqasî tevgera El Nehda dixwaze hewildana serokomarê welat bi darbeyê bide nîşandan jî lê piştevaniya bi pêngavê re zêde dibe.

5 rojin li Tunisê, ji bo dawî anîna li nelirêtî û têkbirina planên partiya el Nehda ya Ixwanî tevgerek zêde ye.

Serokomarê Tunisê Qeys Seîd derbarê biryara ku di Tîrmehê de girtî û weke “darbe” hatî pênasekirin axivî.

Li gorî nûçeya di ajansa Sputnik de hatî weşandin, Seîd di daxuyaniyek televîzyonî de, îdîa kir ku 4.8 milyar (4 milyar û 800 milyon dolar) dolar dravê giştî hatiye talankirin.

Seîd diyar kir ku ji bo 460 kesên ku di talana malê giştî de kar kirîn, wê werin cezakirin.

Di heman demê de, Seîd bang li karsazên ku di talankirina dravê giştî de, kir ku li gelek deverên welêt projeyên geşedanê pêk bînin.

Ji aliyekî din ve, Serokomarê Tûnisê lê zêde kir ku kesên ku hewl bidin pel û belgeyên têkildarî gendeliyê rakin dê bêne dadgeh kirin.

25 Tîrmehê, serokomarê Tûnisê bi daxuyaniyekê hemû hêzên Parlementoyê cemidand, parêzbendiya wekîlan daye sekinandin, serokwezîrê niha Hîşam el-Maşîşî ji kar dûr xistiye û ew ê bi serokwezîrê ku ew ê tayîn bike re rêveberiya welat bike.

Tevî ku Tevgera El Nahda ev pêngava Seîd wekî ‘derbeyek’ binav kir jî lê di nava partiyên welat de, piştevaniyek zêde ji bo biryarê derket.

Li welat ji ber krîza aborî, bihabûna pêwistiyên jiyanî zêde bûye.

Ev yek jî bû sedema ku li bertekên dijî partiya El Nehda ku beşeke mezin ya rêveberiya welat didestê wê de bû derbikeve.

Partiya El Nehda ya Ixwanî piştevaniya xwe ya herî sereke ji Serokomarê Tirkiye Erdogan digre.

Back to top button