MUSTEFA KERASÛ: BI VÊ BERXWEDANÊ RE DINIYA DÎT KU OCALAN JI GELÊ XWE RE TÊ ÇI WATEYÊ

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê Mûstafa Karasû di gotara xwe ya di rojnameya Yanî Ozgur Polîtîkayê de li ser rewşa çalagerên greva birçîbûnê nivîsand. Karasû got:”Greva birçîbûnê gihiştiya asta rojiya mirinê”.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustefa Kerasû di gotara xwe ya di rojavameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de li ser berxwedana çalagerên greva birçîbûnê û giringiya xwedîderketina li vê berxwedanê nivîsand.

Karasû gotara xwe bi navê “Têkbirina tecrîdê têkbirina faşîzmê ye” nivîsand.

Mustefa Karasû destnîşan kir ku berxwedêrên greva birçîbûnê li ber mirinê ne û wiha domand:

“Yek ji mezintirîn berxwedana fedayî ya dîrokê tê kirin.

Berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ niha bi armanca bidawîkirina tecrîdê pêk tê.

Bi vê berxwedanê re dinyayê tev dît ku Rêber Ocalan ji bo gelê Kurd tê çi wateyê.

Vê berxwedanê ji niha ve encamên gelekî mezin afirandiye.

Weke berxwedaneke serketî cihê xwe di dîrokê de girtiye”.

YA RAST TÊKÇÛNA TECRÎDÊ Û TÊKÇÛNA FAŞÎZMÊ BI HEV RE BIBE

Karasû diyar kir ku bindawîkirina tecrîda li ser Ocalan wê rê li ber guhertina bingehîn a siyasî veke:

Ya rast, têkçûna tecrîdê û têkçûna faşîzmê wê bi hev re bibe.

Tecrîd bi têkoşîneke lawaz nayê têkbirin.

Ne rast e ku bê xwestin, tecrîd tenê bi berxwedana zindanan ji holê bê rakirin.

Eger li dora berxwedana zindanan têkoşîn were dayin, wê hingî tecrîd bi dawî bibe.

Lewma berxwedêrên li zindanan timî bang li civakê dikin ku xwedî li berxwedana wan derkeve”.

Mustefa Karasû işaret bi şert û mercê giran ên berxwedêrên li zindanan kir û got:

“Bi rêk û pêk zext û zilm li wan tê kirin. Ji ber vê yekê gihîştine ber mirinê.

Ji bo hurmet û dilsoziya li berxwedêran divê berxwedan li her cihî bê xurtkirin”.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ GIHIŞTIYE ASTA ROJIYA MIRINÊ

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di dawiya gotara xwe de got:

“Girtî dixwazin berxwedana xwe di pîvanên rojiya mirinê de bidomînin.

Lewma berxwedan di asteke gelekî krîtîk de ye.

Wezîfeyeke dîrokî ye ku her kes bêyî bikeve nava fikarên şexsî li her derê li ber xwe bide.”

Leave a Reply

Back to top button