Rûsya ji bo tetbîqata bi Tacekîstanê re balefirên Su-25 li herêmê bicih kir

Li sînorê Efxanistanê Rûsya xwe ji bo tetbîqateke mezin amade dike. Moskowa ragihand di tetbîqata ku li Tacekîstan a sînorê Efxanistanê pêk were de, wan ji niha ve balefirên Su-25 bicih kirine.

Rayedarên Leşkerî yên Rûsyayê diyar kirin ku komek balafirên Su-25 yên li Kirgizîstanê hatibûn bicihkirin, ji bo tetbîqatê niha jî li Tacîkistanê hatine bicîh kirin.

Balafira mijara gotinê yên li Tacîkistanê hatî bicîh kirin, wê di dema rahênanan de wezîfeyên xwe pêk bîne.

Tetbîqata ku Rûsya û Tacikistan wê di meha Tebaxê de li ser sînorê Efxanistanê pêk bînin, hemwextî bihêzbûna Talîbanê ya li herêmê hat.

Di nav deverên ku hêzên Talîbanê ew xistine bin kontrola xwe de xaleke derbasbûnê ya li ser sînorê Tacikistanê heye.

Pêşketina Talîbanê ji bo hevalbendên Rusya yên li Asya Navîn metirsiyek zêde daye avakirin.

Di vê navberê de, firokeyên Su-25 ên nûjenkirî berê di şert û mercên li Sûriyê hatine bikar anîn.

Tê zanîn ku di destê artêşa Rûsya de nêzî 200 balefirên Su-25 hene.

Back to top button