Balyozxaneya DYA ya li Bexda bû armanca êrîşan

Balyozxaneya DYA ya li paytexta Iraq Bexdayê careke din bû armanca êrişan.

Êriş îro di saetên serê sibehê de pêk hat.

Li gorî çavkaniyek ewlekariyê êrîş bi 2 moşekên katyuşa pêk hat.

Hat ragihadin ku mûşek li derdora balyozxaneyê ketin û tiştek li tu kesî nehatiye.

Lê parçeyên moşekan li mal û seyareyên li derdorê ketine û ziyana madî pêk hatiye.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê di dema êrîşê de sîstema parastinê ya balyozxaneyê hatiye karanîn, lê nekariye moşekan bêbandor bike.

Balkêşe ku Sekretereyê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El-Heq Qeys El-Xezelî, duh bi daxuyaniyekê gotibû ewê dijî dagirkeriya Amerîkayê, berxwedaniya Îslamî bi awayekî xurtir bimeşînin.

Ev êriş piştî geşta Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya li DYA bi dawî bû pêk hat.

Back to top button