Efxanistan..Ji ber lehiya li Kabulê 40 kes mirin

Weke ku şer û aloziya li Efxanistanê nebes bû, barana zêde jî bû sedema lehî rabe. Li parêzgeha Nuristan ya Efxanistanê ku li sînorê Pakistanê ye, ji ber lehiyê 40 kes mirin.

Serokê Encumena Parêzgeha Nuristanê Sadullah Payandazoi di daxuyaniyek ji bo çapameniyê de got, piştî barana zêde li navçeya Kamdish a Nuristanê karesatek lehiyê çêbû.

Sadullah Payandazoi diyar kir ku ji ber lehiyê 40 kesî jiyana xwe ji dest da û nêzî 80 xanî di bin avê de mane.

Payandazoi destnîşan kir ku hîn jî ji bi dehan kesên ku di lehiyê de asê mane xeber tuneye.

Xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.

Serokê Encumena Parêzgeha Nuristanê teqez kir ku hê jî alîkariya mirovî negihîştiye herêmên ku Talîban lê bi bandor e.

Back to top button