Tirkiye..Ji ber şewata li Antalya 3 kesan jiyana xwe ji dest da

“Ev 27 salin, şewatek ewqas mezin me nedîtiye.” Serokê Şaredariya bajarê Mezin yê Antalya bi vê gotinê, asta mezinbûna şewata li Antalya vegot.

Şewata ku li herêmên navçeyên Manavgat ya Antaya ji doh ve despêkirî, di roja 2. hîna ne hatiye kontrolkirin. Ji ber şewatê heta niha 3 kesekê jiyana xwe ji dest da û 10 kesên asê mabûn jî hatin xelaskirin. Agirê ku gihişt avahiyan bû sedema metirsiyek mezin derbikeve.

Yek ji bajarên herî berbiçav yê geştiyariyê yê Tirkiye Antalya dişewite.

Agirê ku li navçeya Manavgat gurbûyî, herêmên Yenîkoy, Kalemler, Sarilar, Bahçelievler û Sorgun daye ber xwe.

Agirê ku doh saet 12:00 pêketî, bi zêdebûna bayê re di demek kin de belavî derodr bû.

Bi gihiştina agir ya xaniyan re metirsiyek mezin derket.

Welatiyan dest ji malên xwe berdan û ber bi cihên ewle ve bazdan.

Gelek maşîne û cihên çandiniyê jî ji şewatê bandor bûn.

Şewata ku ji nava daristanên navçeya Akseki despêkirî, bi hêza bayê re, di demek kin de gihişt navçeya Manavgatê.

Şêniyê 82 salî yê bi tena xwe li malekê de diman ji ber şewatê jiyana xwe ji dest da.

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirli yê mirina kesekî ragihandî got,

Em hişyariyan vale vale nakin.

Ji kerema xwe guh bidin hişyariyên me.

Ev apê me yê li mala xwe ya Kepezê ji ber vê yekê wafat kir.

Bekir Pakdemirli diyar kir ku li herêma Bendava Oymapinarê 10 kesên asê mabûn jî hatin xelaskirin.

Heta niha 3 kesan ji ber şewata derketî jiyana xwe ji dest dane.

Pakdemirli diyar kir ku agir hîna bi xurti belav dibe û ev tişt anî ziman:

Di saetên şevê de me gotibû 600 hektar.

Em ji niha de dibînin ku ev yek wê 3-4 qatan zêdetir bibe.

Derbarê sedema derketina şewatê de lêpirsîna ku hatî despêkirin dewam dike.

Tevî Antalya li Adana û Mersînê jî şewat hene.

Ji bo vemirandina agir 3 balefir, 29 helîkopter, 458 maşîneyên vemirandina agir û 1832 xebatkar kar dikin.

Serokê Şaredariya Antalya Bocek: 27 salin min şewatek wisan nedîtiye

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Antalya Muhuttin Bocek jî şewata li herêmê bi gotina “27 salin min ticarî şewatek ewqasî mezin nedîtiye” pênase kir.

Back to top button