Serokwezîrê Ermenîstan Paşînyan daxwaz kir leşkerên Rûsya li sînorê Azerbeycanê bicih bibin

Ji ber binpêkirina agirbesta ku bi navbeynkariya Rûsya tê binpêkirin, Ermenîstan û Azerbeycan hevdû tewambar dikin. Serokwezîrê Ermenîstan Nîkol Paşînyan daxwaz kir ku leşkerên Rûsya li sînorê Azerbeycanê bicih bibin.

Ev pêşniyara Paşînyan di ajansa TASS de cih girt.

Ermenîstan: 3 leşkerên me li ber sînorê Azerbeycanê hatin kuştin

Doh jî di şerê li ber sînor rûdayî de 3 leşkerên Ermenîstanê hatin kuştin.

Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê jî ragihand ku 28’ê Tîrmehê hêzên Azerbêcanê seat di 3:40’an de êrişek li dijî baregehên Ermenistanê pêk anîn û piştre şer derket.

Bakoyê hêzên Ermenistanê bi bikaranîna çekên sivik û bombeyan tawanbar kir.

Back to top button