Li eyaleta Alaska ya Amerîkayê erd bi pileya 8.2 hejiya

Li eyaleta Alaska ya Amerîkayê erd bi pileya 8.2 hejiya. Piştî erdhejê hişiyariya Tsûnamî hat dayîn.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYA’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku li peravên Alaskayê bi pileya 8.2 erd hejiya.

Navenda erdhejê nêzî 47 kîlometere di bin erdê de, pêk hat.

Hat diyarkirin ku erdhej 91 kîlometere dûrî Perîvlleyê ye.

Piştî erdhejê navendê hişyariya tsûnamiyê da.

Hîna şoka erdhejê bidawî nebûyî, bi pileya 6.2 û 5.6 careke din erd hejiya.

Back to top button