Desteya Parastina Rêber Apo: Divê CPT demildest serdana Îmraliyê bike

Desteya Parastina Rêber Apo, di serî de CPT, bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî, kir ku demlidest serdana Îmraliyê bikin û rewşa Rêber Apo bi raporekê eşkere bike.

Desteyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û got:

“Li gorî agahiyên parêzerên Ocalan yên Buroya Hiqûqê a Sedsalê derbarê tenduristiya rêzdar Abdullah Ocalan tu agahî nayê zanîn.

Ev jî binpêkirina mafên mirovan e û li gorî qanûnên navneteweyî sûcek e.

CPT’î jî di rapora xwe ya dawî, derbarê rewşa rêzdar Ocalan li zindana Îmraliyê anî ziman ku Ocalan rastî îşkence û tecrîdê hatiye.”

Desteya Parastina Rêber Apo bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovahiyê yê navneteweyî, û CPT kir ku bi erka rabin.

Hat xwestin bi awayekî demlidest serdana Îmraliyê bê kirin û derbarê rewşa Rêber Ocalan de raporek bê weşandin.

Back to top button