Qubat Talabanî bû serokê nû yê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê

YNK’ê û Tevgera Goran biryar da ku li şûna Lahur Şêx Cengî Qubat Talebanî bibe serokê nû yê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê ya ji bo hilbijartina parlamentoya Iraqê.

Îro li Polîtburoya YNK’ê ya li Silêmaniyê civîna YNK û Tevgera Goran bi serokatiya Bafil Talebanî û Omer Seyid Elî pêk hat.

Di civînê de biryar hate dayîn ku li şûna Lahur Şêx Cengî ku hevserokê YNK’ê bû, Qubat Talebanî bibe serokê nû yê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê ya ku YNK û Tevgera Goran ji bo hilbijartina Iraqê pêk aniye.

Di 20’ê tîrmehê de Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî di peyama xwe ya cejnê de diyar kir ku dest ji serokatiya Hevpeymaniya Kurdistanê berdaye.

Lahor Şêx Cengî destnîşan kiribû ku sedema berdanê wî nakokiyên di nava YNK’ê de ne.

Back to top button