Serokê Amerîka Jeo Biden carek din li dijî Serokomarê Belarûsa Aleksandr Lukaşenko piştevaniya xwe ya bi mûxalefetê re nîşan da.
Biden bi Seroka Mûxalefta Belarûs Tikhonovskaya li Koşka Spî civîye û piştevaniya xwe anî ziman.
Koşka Spî vê sibehê pêşwaziya Seroka Mûxalefta Belarûsa kir.
Serokê Amerîka Biden li ser hesabê xwe yê mediya civakî daxuyaniyek da û got:
Vê sibehê li Koşka Spî bi Sevtlana Tikhonovskaya re civiyam.
DYA li cem lêgerîna gelê Belarûs ya demokrasî û mafên mirovan e.
Aleksandr Lukaşenko 26 salin welat birêve dibe.
Di hilbijartinên Serokomariyê ên 9 Tebaxa 2020, Lukaşenko carek din bi ser ket.
Bi mehane li Belarûs li dijî serokomarê welat xwepêşandan li darin.
Di xwepêşandanan de bi sedan kes birîndabûn û bi hezaran hatin giritn.
Gelek welat û saziyên navneteweyî encamên hilbijartinan rewa nedîtin.
DYA û gelek welat li dijî hikumeta Lukaşenko ceza birîn.