ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 141’AN DE YE

Belê bi heman armancê jî çalakiya greva birçîbûnê ya li başûrê kurdistanê jî li dare.
Çalakiya Nasir Yagiz di roja 141’î û ya Fedîla Tok jî di roja 81’î de ye.
Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê Muzeyen Guneş derbarê tendirustiya Nasir Yagiz de axivî û got;
Roj bi roj tendirustiya Yagiz xerabtir dibe.
Tevê vê yekê jî di çalakiya xwe de bi biryare.

Li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz 141 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Li kêleka Nasir Yagiz jî di heman demê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger didome.

Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê Muzeyen Guneş derbarê tendirustî û moralê Nasir Yagiz ev agahî dan:

Rewşa tenduristiya Yagiz êdî ne tenê ne başe, ne asayî ye jî.

Rewşa dîtinê xirabe. Guhekî wî dengan nabihîse.

Muzeyen Guneş dazanîn ku her 10 rojan carekê ji bo Yagiz kontrolekî giştî tê kirin û wiha got;

Li gorî testan û kontrolê roj bi roj tendirustiya xerabtir dibe.

Tevê vê yekê jî moralê wî başe û bi ti awayî xwe wiha nîşan nade ku nexweşe.

Çalakger Hesen Qerej jî ku di koma 70’emîn de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kiriye got:

Yagiz xwedî îradeyekî bihêze.

Ji roja destpêkê heta niha moralê wî weke xwe ye.

Ev îrade di kêm kesan de ye.

ÇALAKIYA FADÎLE TOK DI ROJA 81’AN DE YE

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) greva birçîbûnê di roja 116’an de ji aliyê koma 38’an ve dewam dike.

Di heman demê de çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîle Tok jî di roja 81’emîn de bi biryardarî didome.

Her wiha li navçeya Xaneqîn a Diyale jî Nehro Xaneqînî ev hefteyek e li dijî tecrîdê ji bo demek nediyar dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Li navçeya Kelar a Germiyan Endezyar Herêm Mehmûd jî 46 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Her wiha Gulebax Celal jî 25 roj in ji bo demek nediyar di greva birçîbûnê de ye.

Şeyma Ednan, Şêwekar Cuma Kerîm, Berpirsê Desteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Hisên Kerkûkî, Fatma Ehmed, Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Ronak Mecîd, Teha Caf û mamoste Serdar Melîhe ji bo piştevaniyê ketin grevê.

Leave a Reply

Back to top button