Hindistan..Di festîvala Hîndu Nagpanchami de bi maran re şahî hat gerandin

Li Hindistanê careke din bi cihêrengiya xwe, balkişand li ser xwe.
Di festivala Hindû Nagpanchamî de bi sedan kesî tevî marên di destê xwe de, dîlaneke bê tirs gerandin.

Doh li herêma Bihar ya Hindistanê bi sedan kes ji bo pîrozbahiya festîvala Hîndu Nagpanchami li qadan bûn.

Di festîvalê de, marên mezin hatin hildan û dîlanên herêmî hatin gerandin.

Ev pîrozbahî weke rêûresmên herêmî hatin pîrozkirin.

Xelkê herêmê bawer dikin ku bi rêya karika Tantar dikarin jehra maran jê bibin.

Piştî kişana jehra maran, careke din welatiyên herêmê wan ber bi daristanê ve berdidin.

Back to top button