Çemê Reş ê nêzî Çinara Amedê ziha dibe

Hişkesalîya îsal bandoreke neyînî li xweza û avûhewayê dike. Ji ber neherikîna kaniyan çemê Reş yê li Amedê jî zuha dibe.

Kaniyên Çemê Reş ku li nêzî gundê Xanika Jêr yê navçeya Çinarê a Amedê ye û bi ava xwe ya cemidî balê dikişînin û her sal bi hezaran kes ji bo ger û geştê diçinê, zuha bûn.

Tê diyarkirin ku sedema zuhabûna kaniyên diherikin çem, ji ber hişkesaliyê û xebatên sondajê ne.

Ji ber ku kaniyên çem xwedî dikin zuha bûne, piraniya çem jî zuha bûye.

Seîd Demîr ku li herêma Çemê Reş dimîne, anî ziman ji ber ku baran û berf nabarin, hişkesalî çêbûye û ev yek bandorê li çem jî kiriye.

Demîr got: “Çemê Reş heya Bendava Goksûyê diçe. A rast, ev der girêdayî Mêrdînê ye. Devereke dîrokî ye. Ji bo gelê herêmê cihekî dîrokî ye. Divê xwedî lê bê derketin.”

Çemê Reş heya Bendava Gok-sûyê diçe. Ji bo gelê herêmê cihekî dîrokî ye.

Back to top button