Pêşengeha şehîd Herekol..Pêşengeh îro li Qamişlo dest pê kir

Pêşengeha 5. a Şehîd Herekol li navenda Mihemed Şêxo ya Qamişlo dest pê kir.

Ji Bakurê Kurdistanê, Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûrî, Îtalya, Lubnan, Başûrê Kurdistanê 44 weşanxane tevlî pêşengehê bûn.

Di pêşangehê de 130 hezar pirtûkên 13 hezar nivîskarî hatin nîşandan.

Di merasîma destpêkirina pêşengehê de hevserokê Meclisa Rêveberiya a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Tel’et Yûnis axivî.

Tel’et Yûnis anî ziman ku ev pêşengeh derfetek ji rewşenbîran re ye ku berhemên xwe pêşkêş bikin.

Pêşengeh wê heta 5ê meha bê dewam bike.

Back to top button