QSD: Biryara Amerîka erênî û li gorî banga rêxisitnên hiqûqî ye

Hêzên Sûriya Demokratîk û Meclisa Sûriya Demokratîk biryara DYE’yê ku ceza li kujerê siyasetmedar Hevrîn Xelef jî di nav de, li dijî 8 kesayet û 10 rêxistinên girêdayî hikumeta Şamê û komên çete yên dewleta Tirk, birîn erênî nirxand.
QSD’ê û MSD’ê li civaka navneteweyî kirin ku li hemberî sûcên van koman bi berpirsyariyên xwe rabin û û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê piştgiriyê bidin.

Wezareta Gencîneya Amerîkayê duh ragihand ku di çarçoveya tedbîrên têkoşîna li dijî terorê de, kujerê siyasetmedar Hevrîn Xelef jî di nav de, li dijî 8 kesayet û 10 rêxistinên girêdayî hikumeta Şamê û komên çete yên dewleta Tirk, ceza birîn.

QSD’Ê der barê vê yekê de daxuyaniyek da û da zanîn ku biryareke wiha derheqê rêxistinên Sûrî û Koma Ehrar El-Şerqiyê jî di nav de, gaveke yekemîn û li gorî banga rêxisitnên hiqûqî ne ku daxwaz kir derbarê hemû sûcên ku koma Ehrar ElŞerqiye der heqê sivîln Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, lêpirsîn bê kirin.

QSD’ê bang li Civaka navneteweyî kir ku zexta siyasî û zagonî li ser rêxistinên weke wê û piştgirên wan dewam bikin û destekê bidin qurbaniyên sûcên ku van rêxisitna pêk anîne .

QSD’Ê da zanîn ku her kes dîroka reş ya koma bi navê Ehrar ElŞamiye ku dagirtî sûc û tawanên dijî sivîlan li Efrîn, Girê Spî û serê Kaniyê, nas dike, û da zanîn tevî biryara ceza ya Amerîkî pir girîng e, lê ji ber ku asta hovîtiya van sûcan pir bilind e ji civaka navdeweltî daxwaz kir kir ku bi lez tev bigere û delîl û şahdên sûcên wan kom bike û dest bi tedbîrên qanûnî bike da ku vê komê radetsî dadgehên navdewletî bike.

MSD’ê biryara Amerîka weke gaveke girîng bi nav kir

Meclisa Sûriya Demokratîk jî bi heman armancê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir û biryara birîna cezayan weke pêşketineke balkêş bi nav kir.

MSD`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev biryar têkildarî helwesta navneteweyî ya li hemberî aloziya Sûriyê xwedî nîşaneyên girîng e, her wiha da zanîn ku ev pêşketin rastiya helwest û nêrînên wan yên der barê komên çeteyên ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de piştrast dike.

MSD”ê di daxuyaniya xwe de bang kir ku divê ev kom werin şopandin, bi taybet jî piştî derketina hin agahiyên der barê avakirina odeyeke nû ya êrişan ji aliyê van koman ve ku dewleta Tirk yekser çavdêriya wê dike û herêmên ku koçberên Efrînê tê de bi cih bûne armanc dike.

Back to top button