Li navçeyên Wanê yê bakurê Kurdistanê ji ber lehiya ku duh rabû de bi hezaran sewal mirin û bi hezaran donim erd xesar dîtin.
Li navçeyên Elbak, Serav, Payîz-ava û Qelqeliyê yên Wanê ji ber barana zêde lehî rabû.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, heta niha bi hezaran sewal ji ber lehiyê mirine û bi hezaran donim erd zerar dîtine.
Li gundên navçeya Seravê ji ber lehiyê gelek sewal mirine û zerar gihîşt erdê welatiyan.
Li navçeya Elbakê baran li 13 gundan zêde bariyaye û rêya ku diçe navenda navçeyê ji ber lehiyê hilweşiyaye û gelek sewal li ber avê çûne.
Li navçeya Payîz-avayê jî di serî de gundê Paçan li gelek gundan lehî rabû û zirareke mezin gihîştiye erdan.
Welatiyên ku ji ber lehiyê zerar gihişt wan banga piştgiriya lezgîn kirin.