Jimareke pêşmergeyên PDK’ê yê ji bajarokê Şêladizê xwest li qada Rêçbiraxa bi cih bibe, rastî hişyarkirina gerîla hatin.
Li gor agahiyan, pêşmergeyan tevî çek û erebeyên xwe yên zirxî, da ku arandinê bikin, xwest li qada Rêçbiraxa ya gerîla bi cih bibin.
Lê çer ku pêşmergeyên PDK’ê gihaştine qada Geliyê Balindê, gerîlayan ew hişyar kirin û ji wan xwest ku vekişin.
Çavkaniyên xwecihî ragihand ku hêzên PDK’ê li ser hişyarkirina gerîla, çek li wan kişandine.
Lê ji ber xwînsariya gerîla û bertekên şêniyên herêmê, PDK hêza xwe ya dixwet bibe qada navborî, nêzî baregeha Siri ya artêşa Tirk a li Şêladizê da sekinan din. Lê îhtîmala şereke din heye.