Şêx û rûspiyên Hesekê piştgiriya xwe ji bo hêzên Asayîşê nîşan dan

Şêx û rûspiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê li nivîsgeha Têkiliyên Eşîran têkildarî pênga girtina dizan û tunekirina madeyên hişbirê daxwiyaniyek dan.

Serokê Qebîleya Cibûr Fewaz El-Zobai daxuyanî xwend û wiha got:

“Ji ber bûyerên dizî, qetilkirin û serdegirtina malan û bikaranîna madeyên hişbirê û bazirganiyê û bi armanca rêgirtina li ber van kirinên derexlaqî, asayîşê pêngavek daye destpêkirin.

Em weke şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Hesekê û gundewarên wê piştgiriya vê pêngavê dikin.

Li ser vî esasê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn heta niha pêngavek dan destpêkirin û gelek kes girtin.

Ev pêngav dê heta girtina hemû kesên ku van kirinan dikin berdewam bike.

Em şêx û rûspiyên herêmê spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin ku ewlehiya welatiyan diparêze û daxwazên wan bi cih tîne.

Em ji aliyê xwe ve piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di pêngavên wê yên pêkanîna ewlehî û aştiyê li herêmê de dikin.”

Back to top button