ÇETEYÊN DEWLETA TIRK MALÊN ŞÊNIYAN WÊRAN Û XERAB DIKIN

Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk a dagirker kirinên xwe yên hovane didomîne. Li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawayê ku şêniyê wê hatine koçberkirin, çeteyan dest bi xerabkirin û wêrankirina mal û xaniyên şêniyan kirine.

Çavdêriya Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku ji derveyî wêrankrin û talankirina malên şêniyan, ev pênc roj in çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawayê bi baldozeran mal û xaniyên şêniyan xerab dikin.

Li gorî Çavdêriyê gelek xanî û dibistana gund hatine xerakirin.

Her wiha li aliyekî din binçavkirin û êşkencekirina şêniyan jî ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve dewam dike.

ÇETEYÊN DEWLETA TIRK DI BINÇAVKIRINA ŞÊNIYAN DE BERDEWAM IN

Çavkaniyekî ji gundê Dêrsiwanê yê Şerayê ji me re diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk 22 kes ji gund binçav kirin, bêyî ku sedem were naskirin.

Leave a Reply

Back to top button