Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê doh bi şev gundên navçeya Girê Spî, Til Temir û kantona Şehbayê bi giranî topbaran kirin.
Doh di saetên şevê de dagirkeriya Tirk tevî çeteyên xwe gundê Kor Hesen ê rojavayê Girê Spî û gundê Derdara yê navçeya Til Temirê bi giranî topbaran kir.
Her wiha gundên Samoqa, Til Medîq, Şealê û Ziwîyan ên kantona Şehbayê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin topbaran kirin.
Topbaran heya derengiya saetên şevê berdewam kir. Têkildarî ziyanên topbaranê ti agahî nehate bi destxistin.