Nîkol Paşinyan: Em ê ji Rûsyayê bixwazin ku li ser sînor bi cih bibin

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan ragihand ew ê ji Rûsyayê bixwazin ku yekîneyên xwe li ser dirêjahiya sînorê Ermenistanê bi cih bike.

Nîkol Paşînyan di civîna hikûmetê de, anî ziman ku ji bo dûrketina ji aloziya digel Azerbeycanê her wiha ji bo parastinê, dê ji Moskovayê bixwazin ku yekîneyên xwe li ser sînorê navbera Yerîvan û Bakuyê bi cih bikin.

Paşînyan diyar kir ku hebûna leşkerên Rûs li ser sînorê Ermenistanê, metirsiya şerê digel Azerbeycanê kêm dike.

Ji sala 2020’an ve, Ermenistan û Azerbeycan di nava arandin û hevrikiyê de ne, herçen şer rawestiyabe jî, lê nepêkane çi kêliyê be, şerekî dijwar navbera her aliyan biqewime.

Jixwe her dawî jî, di şerê li gundê Sotk ê rojhilatê Ermenistanê de, 3 Ermeniyan jiyana xwe ji dest dabû.

Back to top button