Dezgeha Dijî Terorê ya Iraqê 20 çeteyên DAIŞ’ê girtin

Dezgeha Dijî Terorê ya Iraqê diyar kir ku hêzên wan di nava 48 saetên borî de 20 çeteyên DAIŞ’ê girtine.

Dezgeha Terorê li ser hesabê xwe yê facebookê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

”Piştî ku hêzên me roja çarşemê 14 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Roja pencşemê jî hêzên me 3 çeteyên din ên DAIŞ’ê jî li parêzgehên Diyale, Kerkûk û Selahedînê, bi alîkariya Hêzên Asayîşa Silêmaniyê hêzên me 3 çetên DAIŞ’ê li Silêmaniyê girtin.

Bi giştî hêzên me di 48 saetên dawî de li Iraqê 20 çeteyên DAIŞ’ê girtin.”

Back to top button