Rêjîma Îranî ji bo çewisandina xwepêşandanan înternetê qut bike

Ji bo rê li ber eşkerebûna binpêkirinên der heqê xwepêşanderan de bigire, parlamena Îranê li ser projeqanûna xistina internetê li jêr kontrola Pasdarên Îranî erê kir.

Hemwextî erêkirina parlamenê, jimareke mezin ji çalakvanên sivîl û siyasî û bikarhînerên torên medyaya civakî ev projeqanûn red kir.

Li gorî agahiyan, hin rayedarên Îranî jî nerazîbûna xwe beramber standina vê biryarê nîşan daye.

Ji aliyê xwe ve Rêxistina Efûyê ya Navdewletî dibêje ku desthilata Îranî ji bo çewisandin û nixumandina sûcên der heqê xwepêşanderan de, internetê qut dike.

Li gor pisporan, projeqanûn wê bi milyonan kar û kampanyayên ku ineterê bi kar tînin, bi krîzekê re rû bi rû bihêle.

Heye demek li Îranê xwepêşandan li dar in û rêjîma Îranî bi her awayî hewl dide wan biçewisîne.

Back to top button