4 Endamên ewlehiya Efxanî li derdora wîlayeta Heratê hatin kuştin

Hikûmeta Efxanî ragihand hêzên wan bersiva êrîşa Talîbanê ya li ser derdora wîlayeta Heratê ya mezin da.

Berdevkê hikûmeta wîlayetê Cîlanî Firhed got ku di êrîşê de 4 endamên ewlehiya Efxanî jiyana xwe ji dest da û nêzî 40 çekdarên Talîbanê jî hatin kuştin.

Di çarçoveyê de, berdevkê Krêmlîna Rûsyayê Dîmitrî Bîskov destnîşan kir ku bûyerên li Efxanistanê metirsiyeke mezin nîşan didin û got:

“Em amade ne digel hikûmeta Efxanî hevkar bin û em qet ne bi niyaz in ku hêzên xwe bişînin wê deverê”.

Heye demek di navbera hêzên Efxanî û Talîbanê de şerekî dijwar rû dide, nemaze piştî vekişîna hêzên Amerîkayê.

Back to top button