Ferhad Resûl/KNK: Divê Mesûd Barzanî soza xwe emelî pêk bîne

Bangên rêgirtina li ber rûdana şerê navxweyî her zêde dibin û PDK’ê li jêr fermana dagirkeriyê her arandinan didomîne.
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Ferhad Resûl bang li serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kir ku soza ku daye bi emelî pêk bîne, nehêle şerê birakujî pêk bê. Dr.
Kamuran Berwarî jî bang li hêzên siyasî û gelê Başûrê Kurdistanê kir ku guh bidin bangên HPG’ê û fişarê li hikûmeta herêmê bikin, da ji hevkariya digel dagirkeriyê Tirkî vegere.

PDK’ya ku serokê soza nehiştina rûdana şerekî navxweyî dide, ketiye nava arandin û amadekirina zemîna şerê Kurd-Kurdî.

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Ferhad Resûl bang li serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kir ku li soza xwe ya nehiştina rûdana şerekeî birakujiyê, xwedî derkeve.

Ferhad Resûl da xuyakirin ku ew pêşwaziyê li soza Mesûd Barzanî ya nehiştina rûdana şerê navxweyî dikin û got:

“Ya diyar ew e PDK bi her awayî di nava liv û tevgerê de ye û zemîna şerê navxweyî amade dike. Em ji birêz Barzanî dixwazin ku axaftinên bîne pratîkê û hêzên xwe ji herêmên gerîla derxe”.

Çalakvan Xelîl Mehmûd: Hêvî ew e soza Barzanî bibe rêgira li ber şerê birakujiyê

Çalakvanê siyasî Xelîl Mehmûd jî ji aliyê xwe ve destnîşan kir ku divê soza Barzanî girîng were dîtin û hêvî ew e bibe rêgira li ber rûdana şererekî navxweyî yê Kurdî-Kurdî.

Dr. Kamuran Berwarî: Arandinên PDK’ê yên vê dawiyê dibe ku bibe çirûsa şerê navxweyî

Siyasetmedar û akademîsyen Dr. Kamuran Berwarî her wiha da zanîn ku arandinên ku PDK’ê li herêmên gerîla pêk tîne, karekî metirsîdar e û pêşeroja Başûrê Kurdistanê rûbirûyî rûxînê dike.

Dr. Kamuran Berwarî diyar kir ku êrîşên pêşmergeyan li ser geîlayan dîlkirina wan, eger rastî derkeve holê, sûc e û dibe ku bibe çirûska destpêkê ya rûdana şerê birakujiyê û got:

“Heya niha rê li ber ti metirsiyê nehatiye girtin. Divê gelê Başûr guh bidin bangên Fermandarê Giştî yê Navenda Parastina Gel (NPG) Murad Karayilan, her wiha guh bidin bangên HPG û saziyên Kurdî, da ku destkeftiyên neteweyî û nîştimanî biparêzin û têk neçin. Ji vê yekê zêdetir, divê Başûrî fişarê li hikûmeta herêmê bikin ku ji van arandinên metirsîdar vegerin”.

“Pêwîst e hêzên Kurdî rê nedin binpêkirina serweriya Başûrê Kurdistanê”

Di çarçoveyê de, endamê Serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamî û Wezîrê Berê Mihemed Hawdiyanî bang li tevaya hêzên siyasî kir ku li dij destêwerdanên derve bibin yek deng û rê nedin binpêkirina serweriya xaka Başûrê Kurdistanê.

Back to top button