Fermandariya Gitşî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rohilatê Sûriyê ragihand ku operasyona ewlehiyê li dij kuştin, dizîn û şêlandina li Hesekê û gundewarê wê bi dawî bû.
Asayîşê got ku 28 vê mehê operasyona wan bi dawî bû û di encamê de:
44 kesên sûcên curbicur kiribûn, hatin binçavkirin.
Jimareke cûreyên çekên weke klaşinkov, teklûle û fîşengê wan hate hatin desteserkirin.
Jimareke telefon, cilên leşkerî yên di sûcdariyan de dihate bikaranîn hatin desteserkirin.
Asayîşê da xuyakirin ku ew ê kesên binçavkirî radestî dadgeh û aliyên peywendîdar bikin û ji bo ewlehiya herêmê, dê her erka ku dikeve ser milên wan, pêk bînin.