PDK li dijî gerîla amadekarîyên êrîşan dike

Tevî hemû bang û hişyarîyên gel û hêzên sîyasî yên Kurd jî PDK di çarçoveya piştgiriya bi dewleta Tirk re li dijî gerîla di nava hewldanên êrîşê de ye.
Balyozê dewleta Tirk yê li Bexdayê di bi dorê bi Mesûd, Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anîn. Piştî van hevdîtinan jî PDK bênavber hêz û çekên giran ber bi qadên gerîla ve vediguhze. Bi kepçe, makîneyên kar jî rê û çeperan çêdike.

Tevî hemû bang û hişyarîyên gel û hêzên sîyasî yên Kurd jî, PDK di çarçoveya piştgiriya bi dewleta Tirk re ji meha Hezîranê ve li dijî gerîla di nava hewldanên êrîşê de ye.

Hêzên PDK’ê roja 24’ê Tîrmehê bi karwanek ji makîneyên kar, çekên giran û wesayitên zirxî ber bi cih û deverên gerîla yên li qada Girê Çarçel yê Metînayê ve çûn.

û ev jî bû sedem ku ji bo demeke kurt şer biqewime.

Ji ber ku hêzên PDK’ê bi çekên giran gule û bombe li qadên gerîla barand, li herêma Metînayê şewateke berfireh rû da û bi rojan dewam kir.

26’ê Tîrmehê jî hêzên taybet ên ser bi PDK’ê êriş birin ser komeke gerîlayên HPG’ê yên li qada Xelîfanê û di vê êrişê 3 gerîla şehîd bûn, hinek jî birîndar bûn.

PDK’ê, êvara 29’ê Tîrmehê jî hêzên xwe, bi karwanek ji wesayitên sivîl û zirxî şand qada Rênçbirax a li Zagrosan.

Hat ragihandin, hêzên gerîla bi devkî hişyarî dan hêzên PDK’ê ku bi pêş ve neçin, lê belê hêzên PDK’ê çek li gerîla kişandin, bi vî rengî hewl dan provokasyonê çêbikin.

Lê di encama nêzîkatiya berpirsyarane ya xelkê herêmê ku kete navberê, pêşî li provokasyonê hate girtin.

Êrişa PDK’ê ya li Xelîfanê ku di encamê de bû sedema şehadeta gerîla, hewldana provokatîf a li qada Rênçbiraxê û çêkirina çeperan li herêma Metînayê, nîşan didin ku PDK bi rengekî eşkere xwe ji bo şer amade dike.

Bi taybetî piştî ku balyozê Tirk yê li Bexdayê Alî Riza Gûney, bi dorê bi Mesûd, Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêk anî, şandina hêz ji bo qadên gerîla balê dikişîne.

Back to top button