Konferansa 2. a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê tê lidarxistin

Konfaransa 2. a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê bi durşma “Bi yekitiya jinan, emê şoreşa demokratîk pêkbînin” li paytexta Libnanê Beyrutê pêk tê. Konferans bi armanca çareseriya pirsgirêkên jinan tê lidarxistin.

Konfaransa 2. a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê bi durşma “Bi yekîtiya jinan, emê şoreşa demokratîk pêkbînin” li paytexta Libnanê Beyrutê dest pê kir.

Zêdeyî 100 delegeyên jin ji dewletên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê wekî Sûriye, Libnan, Îran, Iraq, Fîlistîn, Tûnis, Sûdan, Lîbya, Mexrib, Urdun û Misirê û gelek dewletên Ereban û herêmî tev li kongreyê bûne.

Di destpêka kongreyê de bi navê Komîteya Amadekar a konferansê, seroka Komeleya Newroz a Çandî û Civakî ya li Libnanê Henan Osman axivî.

Henan bal kişand ser girîngiya lidarxistina Kongreya 2. a Jinên Rojhilata Navîn û diyar kir ku 8 sal li ser yekemîn konfaransa jin re derbas bû.

Henan da zanîn ku jin dê rêyên çareseriyê ji bo pirsgirêkên xwe di vê konferansê de nîqaş dikin raxin ber çavan.

Piştî wê peyama Koordînasyonan Jinên Kurdistanê KJK’ê jî ji aliyê Hena Sedîq ve hat xwendin.

KJK di peyama xwe de destnîşan kir ku aloziya siyasî û aborî bandora herî zêde li jinê kiriye. Ji ber wê jî ev jinane ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe li vê derê kom bûne.

KJK got:

Em di wê baweriyê de ne ev konfarans bibe bersîv ji bo pirsgirêkên jinan û encamek baş bê bidestxistin.

Her wiha jinê ji Şengalê jî di peyama xwe de bal kişandin ser têkoşîna jinên Êzidî û konfarans ji bo xwe weke hêzekê dîtin.

Piştre têkildarî têkoşîna jinan li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê bi navnîşana (Jin li ber xwe didin), senevîzyonek hat pêşendan.

Di beşê 2. ê konfaransê de nîqaş li ser aloziya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa û bandora wê li ser jinan tê kirin.

Dê di 2 rojên kongreyê de 5 rûniştin pêk werin û 3 werşeyên kar werin lidarxistin.

Back to top button