Balafirek bêmirov li Kobanê 2 erebeyên sivîlan bombebaran kir

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê bê navber dewam dikin.
Balafireke bêmirov a artêşa Tirk li gundê Qomçî yê li ser rêya Kobanê-Helebê, 2 erebeyên sivîlan bombebaran kirin.

Nûçegihanê me ragihand ku di encama bombebaranê de zirarên madî gihîştine her du erebeyan.

Hêzên Hawarî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Trafîkê cihê bûyerê dorpêç kirin û tedbîrên pêwîst girtin.

Gundên navçeya Şera hatin topbarankirin

Li aliyekî din jî artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Merenaz, Elqemiyê û Şewarixa yên navçeya Şera topbaran kir.

Her wiha di saetên nîvro de jî gundên Malikiyê û Şewarxa yên girêdayî heman navçeyê hatin topbaran kirin.

Back to top button