HEVSEROKÊ KONGRA GEL: LI EWROPAYÊ JI BO PKK’Ê PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ KIR

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bal kişand ser biryarên li Belçîka û Luksembourgê yên li ser PKK’ê û wiha got:
“Mirov dikarin bêjin, ji bo tevgera Kurd, PKK’ê, sazî û siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê ji aliyê hiqûqî ve pêvajoyeke nû dest pê kiriye.”

Li Belçîkayê di nava sê salan de pênc biryarên ji bo PKK’ê erênî hatin dayin.

Li Luksembourgê jî Dîwana Edaletê ya Ewropayê meha Mijdarê biryar da ku belge di navbera salên 2014-2017’an de ji bo hiştina PKK’ê di nava lîsteya terorê de hatiye pêşkêşkirin têrker nîne û lîste betal kir.

Li ser îtiraza Îngilîstanê ku bi navê Yekîtiya Ewropayê kir, navê PKK’ê bi rengekî otomatîk li lîsteya sala 2018’an hate bicihkirin.

Delîl nehatin guhertin, aliyê Kurd jî meha Adarê li dijî lîsteya nû serlêdan kir.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal biryarên her du dadgehan û encamên hiqûqî û siyasî yên biryaran nirxand û got:

“Çawa ku bicihkirina PKK’ê di lîsteya rêxistinên terorê biryareke siyasî ye, bi biryareke siyasî Yekîtiya Ewropayê piştî Amerîkayê navê PKK’ê di lîsteyê de bi cih kir.

Biryarên ku niha dadgeh didin jî ji aliyê cewherî ve îradeyeke siyasî ye.

Mirov dikarin bêjin, pêvajoya siyasî rewşeke wiha ferz kiriye.”

Remzî Kartal biryara dîwana Edaletê ya Ewropayê ku hiştina navê PKK’ê di lîsteya terorê de weke neheqî binav kir û evtişt anî ziman:

Sala 2018’an Îngilîstanê careke din serlêdan kir ku PKK di lîsteya rêxistinên terorê de bê hiştin.

Lê belê delîl û îdîa kêm in, tiştekî nû nîne. Lewma wê ji wir jî tiştekî nû dernekeve, wê bê redkirin.

Niha jî li ser qedexekirina PKK’ê ya li Almanyayê jî kar tê kirin.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal diyar kir ku bi biryarên li Belçîka û Luksembourgê re êdî ji bo PKK’ê pêvajoyeke nû dest pê kiriye û wiha bidawî kir:

“Ji ber vê yekê, gelê me li welatên ku lê ne ,li dijî zext, astengî û qedexeyan divê hîn bi bandor têkoşîna hiqûqî bimeşîne.”

Leave a Reply

Back to top button