Berxwedana zindanan bi biryardariyeke xurt didome

Berxwedana li zindanên dewleta Tirk ya li dijî tecrîdê û ji bo azadiya rêber Apo û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan bi biryardariyeke xurt dewam dike.
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bal kişande ser çalakiyên greva birçîbûnê û diyar kir ku girtî 245 roj in di grevê de ne û dixwazin dengê Rêber Ocalan bibihîsin û got “Tecrîdê rakin”

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, di roja 246’emîn de, li ber xwe didin.

Koma 113 çalakiya xwedîderketinê ya li Mexmûrê dewrgirt û çalakî kete roja 225’an û ya li Yewnenistanê jî di roja 208’emîn de dewam dikin.

Meral Daniş Beştaş: Girtî dixwazin dengê Ocalan bibihîsin, tecrîdê rakin

Cîgirê Serokatiya Giştî ya HDP Tûncer Bakirhan û Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di çarçoveya kampanyaya “Em HDP’î ne, li her derî ne” de li Çûkûrovayê bernameyeke 3 rojî çêkiribûn.

Bername li navçeya Erzîn a Hatayê bi mîtîngekê bi dawî bû.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di mîtîngê de axivî û destnîşan kir ku dê desthilat nikaribe wan asîmle bike û gel bi vê têkoşînê xwedî li mafên xwe, nasnameya xwe, ziman û çanda xwe derdikeve.

Piştî axaftinan merasîma vekirina avahiya Rêxistina HDP’ê ya Erzînê hat lidarxistin.

Bernameya heyetê ya 3 rojan a li Çûkûrovayê bi dawî bû.

Back to top button