Nerazîbûnên li dijî birîna avê ya li ser herêmê dewam dikin.
Hiqûqnas Mihemed El-Neîmî diyar kir ku dewleta Tirk hêzê ji bêdengiya navneteweyî digire û sûcên xwe yên mîna birîna ava Firat û ya Elok dewam dike.
El-Neîmî anî ziman ku divê civaka navneteweyî sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deyne.
Koçberên Efrînê yên li Şehbayê jî diyar kirin kêm kirina avê ji aliyê UNICEF’ê de xizmetê ji dewleta Tirk re dike.
Dewleta Tirk şerê avê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi rêya qutkirina ava Firatê û ava stasyona Elokê didomîne.
Tevî xeteriyên mezin jî; lê heta niha civaka navneteweyî helwesteke cidî li hemberî sûcên dewleta Tirk nîşan nedaye.
Hiqûqnas Mihemed El-Neîmî derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku qutkirina avê li ser şêniyên herêmê sûcekî dermirovî ye.
El-Neîmî destnîşan kir ku pirsgirêka qutkirina avê bi bêdengiya navneteweyî û rêxistinên navneteweyî ya mafên mirovan ve girêdayî ye û got,
”Ev bêdengî bi guman e, baweriya gelên herêmê bi kesên îdiaya parastina mirovahî, parastina mafan û qanûnên navneteweyî dikin, dihejîne.”
Hiqûqnas Mihemed El-Neîmî anî ziman ku divê civaka navneteweyî bi lez sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deyne.
Koçberên Efrînê: Biryara UNICEF’ê dikeve xizmeta dagirkeriyê
Dewleta Tirk ne bese, vê carê UNICEF’ê jî av li ser koçberên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin kêm kiriye..
Li dijî vê yekê jî bertekên koçberan her ku diçe zêde dibe.
Koçberên Efrînê diyar kirin ku biryara UNICEF’ê dikeve ximzeta dagirkeriyê û anî ziman ku ev biryar israra wan a berxwedanê kêm nake.