Li Efxanistanê, ji ber lehiyê 60 kesî jiyana xwe ji dest daye

Li parêzgeha Nuristanê ya li bakur rojhilatê Efxanistanê, jimara kesên ji ber karesata lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 60 kesî.
Derdora 180 kes jî winda ne.

Waliyê Nuristanê Hafiz Abdul Kayûm ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku li navçeya Kamdeşê heta niha cenazeyên 60 kesî hatine dîtin .

Navçeya Kamdeşê bi 200 kîlometreyî li bakur rojhilatê paytext Kabulê ye.

Abdul Kayûm got,

“Derdora 180 kes jî winda ne. Em nizanin bê sax in yan na.”

Li gorî bîlançoya beriya niha 40 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, 150 kes jî winda bûn.

Walî anî ziman ku piraniya gundên lehî lê rabû, xera bûne.

Qada ku lehî lê rabû herêmeke çûn û hatina wê zehmet e.

Li van herêmên bejahî ku xizanin, karesatên bi vî rengî timî rû didin.

Malên li van herêmên bi rîsk jî ne saxlemin.

Îsal li welat bi dehan kesî ji ber bûyerên bi vî rengî jiyana xwe ji dest dan.

Di Tebaxa 2020’an de li bajarê Şarîkar ê wîlayeta Pervanê zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dabû.

Back to top button