Dagirkeran ji Efrînê 5 sivîlên din revandin

Hovîtiya dagirkeran ya li Efrînê jî dewam dike.
Çeteyên dewleta Tirk bi hincetên bê bingeh, 5 sivîlên din revandin. Girtîyên li girtîgehên Efrînê jî li dijî zextên li ser wan dest bi greva birçîbûnê kirine.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, Nîhad Beyram yê 45 salî û Ebdîn Omer yê 55 salî ku ji aliyê çeteyan ve hatine revandin ji gundê Şûrbê yê navçeya Mabata ne.

Çeteyan êrîşî mala Ehmed Reşîd Hisên yê 50 salî û Aslan Şêxmûs Hebeş yê 38 salî yê ji gundê Kêla yê navçeya Bilbilê kirin û ew revandin.

Hat ragihandin welatiyê bi navê Îmad Ereb dema ji navçeyê tê bajêr, di nava sûkê de ji aliyê çeteyan ve tê revandin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji dema dagirkirina Efrînê û şunde, gelek sivîl revandine û çarenûsa gelek ji wan ne diyar e.

Girtiyên di girtîgehên li Efrînê dest bi greva birçîbûnê kirin

Ji ber zextên ku li girtîgehên Efrînê de tê kirin jî hejmarek zêde girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê çalakiya girtiyan ev demeke dest pê kiriye.

Back to top button