PYD: PDK’ê bi êrîşa xwe ya li ser gerîla êrîşî nirxên hevbeş yên gelê Kurd dike

PYD’ê êrîşên PDK’ê yên li ser gerîla û hevkariya wê ya li gel dewleta Tirk re şermezar kir û diyar kir ku kiryarên PDK’ê destkeftiyên Kurdan dixe xeteriyê.
PYD’ê bang li hêzên Kurdistanî kir ku li ber siyasetên PDK’ê rabin.

Meclisa Giştî ya PYD’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku PDK’ê bi amadekariyên şer li qadên gerîla armanc wê tenê piştgirî û hevkariya bi dewleta Tirk re ye.

PYD’ê diyar kir ku PDK’ê bi êrîşa xwe ya li ser gerîla êrîşî nirxên hevbeş yên gelê Kurd dike û yekîtiya neteweyî ku gerîla parastina wê dike, hedef digire.

PYD’ê da zanîn ku ev kiryarên PDK’ê siyaseteke pir metirsîdar e û bang li hemû hêzên Kurdistanî kir ku li dijî van siyasetan derkevin.

PYD’ê bang li PDK’ê kir ku dev ji van siyasetên xwe yên ku pêşeroja Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê dixe metirsiyê, berde.

Back to top button