KURDÊN ÊZIDÎ DEST BI PÎROZBAHIYA CEJNA ÇARŞEMA SOR DIKIN

Çarşema Sor cejena Êzidiyane.
Kurdên Êzidî herftiyekê beriya roja cejne bi rê û resenên taybet dest bi pîrozbahiyê dikin.
Li gorî kurdên Êzidî ev cejin ya herî nasikiriye di civaka wan de.
Ka em bi hevre vê cejnê nas bikin.

Çarşema Sor ango Çarşema Serê Nîsanê, cejna êzdiyan a herî naskirî ye.

Her sal, di yekemîn Çarşema meha Nîsanê ya li gor salnameya kevin de tê pîrozkirin.

Li gor baweriya Êzidiyan, xwedê her sal melyaketekî rê dike ser erdê.

Da ku nebaşiyan ji nav însan rake û başiyê belav bike.

 

Êzidî vê cejnê bi rê û resenan taybet pîroz dikin.

Serê sibeha cejinê her kes zû ji xew radibe û berê xwe dide rojê.

Ji bo hemû diniyayê ibadet dike, piştî wê şîrinahî tê belavkirin û hêk bi hemû rengan tên rengkirin.

Ji ber ku dema gerdûn hatiye avakirin her der bi gulên renge reng hatiye xemlandin.

Her wiha serê sibehê welati’ berê xwe dide çolê, kulîlkên sor berhev dikin.

Kulîlkan li gel qalikên hêkan bi deriyê malê ve dikin, da ku ji her êrîşê bên parastin.

Di heman demê de welatî diçin ser goristanan û cihên pîroz.

 

Li Şengalê Çarşema Sor bi 2 rengan tên pîrozkirin.

Ya yekemîn Rengê Mergeh an jî rengê Rojava, ya duyem jî Rengê Laleş an jî rengê Rojhilat e.

Pîrozbahiyên li gorî rengê Merheg hefteyekê beriya rengê Laleş pêk tên.

Bi vê mebestê gelê Êzidî, îro serê sibehê berê xwe dan goristana Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş.

Leave a Reply

Back to top button