2 ŞERVANÊN HÊZÊN MECLISA LEŞKERÎ YA MINBICÊ HATIN OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê 2 Şervanên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbic bi merasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin.

Şervanên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbic Adil Kedûr Hec Hisên bi nasav Ebû Leyla û Hisên Elîsa şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyên şehîdan ji nexweşxaneya Firat wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Leşkerî ya Minbic, Komîteya Malbatên Şehîdan û Meclisa Zagonsaz a Minbicê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn teqez kirin ku hemû destkeftiyên heyî bi saya xwîna şehîda ne.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyên şehîdan di nava siloganan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button