KNK: Divê tevaya gelê Kurd li dij êrîşkaran dakevin kolanan

Konseya Rêveber a KNK’ê li ser komkujiyê Konyayê bang li gelê Kurd kir ku li dijî êrîşkaran dakevin qadan. KCD’ê got ku Erdogan rê li ber komkujiyên wiha vekiriye, da ku desthilata xwe biparêze û anî ziman hiştina kujeran bêceza, nîşaneya vê yekê ye.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, di vê dema dawî de bi taybetî li dij Kurdan, êrîşên nijadperestiyê yek li dû yekê pêk tên.

12’ê Gulanê li taxa Bahçeşehîr a navçeya Meramê ya bajarê Konyayê, komkujiyeke nijadperest ku ji 60 kesî pêk dihat, êrîşî malbata Kurd “Dedeogûllari” kiribû.

Duh jî, nijadperstan bi heman rêbazê êrîşî malbata “Dedeogûllari” kir.

Di encama êrîşê de, di nav de 3 jin, 7 kes hatin kuştin.

Êrîşkaran ji wan re gotibû, “Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn” û bi kevir, kêr û daran êrîşî wan kir.

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyekê êrîş û kuştina her 7 kesan şermezar kir.

KNK’ê anî ziman ku bûyereke wiha ne ji rêzê ye û got:

“Êrîşkar bi tena serê xwe êrîşên wiha pêk nayînin. Êrîş ji aliyê AKP-MHP-Ergenekonê ve tên plankirin û êrîşker ji aliyê wan ve tên parastin. Armanca wan tirsandin û serçemandina Kurdan e û dewleta faşîst Tirkiye, di vî warî de xwedan ezmûneke demdirêj e”.

KNK’ê bi armanca eşkerekirina rastiyan, bang li tevaya gelê Kurd û cîhanê kir ku li dij êrîşker û sûcên Tirkiyê derkevin qadan.

KCD: Erdogan ji bo desthilata xwe nijadperestan li dijî Kurdan sor dike

Desteya Rêveber a Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê jî komkujî şermezar kir û got:

“Erdogan ji bo mayîna li desthilê, pêla nijadperestiyê bilin kiriye û nijadperestan li dij Kurdan sor dike. Diyar e hikûmeta AKP-MHP’ê vê carê jî, mîna her carê, dê kujeran bêceza bihêle. Em sozê didin ku heya hişweşandinê, li dij faşîzmê kar bikin, da pev re pêşerojeke birûmet pêk bînin”.

Keskîn Bayindir: Erdogan rê li ber komkujiyên wiha vekiriye

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir her wiha ji hêla xwe ve destnîşan kir ku êrîşên li dij Kurdan, tenê tê wateya domandina desthilata Erdogan.

Keskîn Bayindir diyar kir ku Erdogan bixwe rê li ber hewldanên kuştina li li Îzmîr, Afyon, Konya, Enqere û Marmarîsê vekiriye û destûr daye dadgeran ku êrîşker û sûcdaran ceza nekin.

Qurbanê komkujiya kirêt, îro piştî nimêja berêvarê, dê li gorsitana Saraçoglu ya navçeya Karatayê werin veşartin

Back to top button