Kîno Gabrîel: Bi saya QSD’ê projeya Rêveberiya Xweser ta niha li ser lingan e

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê, Kîno Gabrîel da zanîn ku QSD’ê ji çaxa avabûnê ve, ta rêjeye baş, erka xwe ya parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk aniye û bi saya wê, projeya Rêveberiya Xweser heya niha li ser lingan maye.

Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê, ya ku 10’ê Cotmeha 2015’an hate damezirandin, di nava 7 salan de, ji hîma xwe ya avakirina Sûriyeke demokratîk û parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ti gav paşde neavêtine.

Di vê derbarê de, berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel ji Ajansa Nûçeyan ANHA’yê re axivî.

Kîno Gabrîel da xuyakirin ku gelek sedem û faktorên avabûna QSD’ê hebûn.. ji wan sedeman, serkeftinên ku YPG’ê pêk anîn û binkeftina komên girêdayî Tirkiyeya dagirker bûn…

“Serkeftinên ku hêzên li Bakur û Rohilatê Sûriyê taybet YPG’ê ya li hember çeteyên DAIŞ’ê pêkanîn, hişt ku QSD’ê were damezirandin. Ev damezrandin jî bi hevkariya Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê pêk hat”.

Kîno Gabrîel anî ziman ku QSD’ê ji ber hevsengiyên hêzên navdewletî û navkokiyên navbera wan de, nekarî herêmên ji hêla Tirkiyê ve hatine dagirkirin, bi awayekî têrker biparêze.

Gabrîel da zanîn ku QSD’ê yekîtiya xaka Sûriyê parast û niha ji sedî 30’ê di nava aramiyê de ye.

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser bi saya QSD’ê ji têkçûnê hat parstin..

“Hebûna QSD’ê, di parastina yekîtiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de roleke mezin lîst. Bi saya QSD’ê, projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat parastin. QSD, parçeyekî vê Rêveberiya Xweser e û erka wê ya bingehîn ew bû ku vê projeyê ji êrîşên derveyî biparêze û biratî û hevkariya gelan, hişt ku hevseniya herêmê ji lîstikên, xwecihî, herêmî û navdewletî were parastin”.

Back to top button