HPG: Em li benda daxuyaniya PDK’ê ne

HPG’ê diyar kir ku koma gerîla ya ku li Xelîfanê agahî ji wan nagire koma di bin fermandariya Serwer Serhat e û diyar kir Carekî din bi raya giştî didin diyarkirin ku li benda daxuyaniya PDK’ê ne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî parvekir û wiha got:

”Koma ku têkiliya me jê qût bûye, koma hevrê Serwer Serhat a di Fermandariya Eyaleta Xakûrkê de cih digire ye.

Li gel hevrê Serwer hevrê Dijwar Berxwedan, Wargeş Çirav û bi giştî komeke ji 3 hevrêyan bi meşê derketine ser rê.

Hevrê Serwer yek ji fermandarê herî bi ezmûn ê di pêvajoya berxwedanê ya li Bakurê Kurdisatnê de.

Dema ji bo erka xwe ya fermandariya Eyaletê ya nû hatibû erkdarkirin ji bo biçe Behdînanê.

Li derdorî Bêxme ya girêdayî Xelîfan ji aliyê me ve hate piştrastkirin ku êrîşî wan hatiye kirin.

Di vê mijarê de carekî din bi raya giştî re parve dikin ku li bendê ne ku PDK daxuyaniyeke bide.”

Back to top button