Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê toreyeke diziyê ku di nava wan de bûn û bi milyonana dolar dizîne, girtin û cezayê 10 salan li endamên wê toreyê hat birîn.
Li gorî QSD”ê gel di vê gavê de gele destek dane wan û rê ber dizî û gendeliyeke mezin hatiye girtin.
Di wextekê de ku, gelek daxwazên gel ên girtina gendalan zêde dibin, Hêzên Sûriya Demokartîk QSD’ê toreyeke gendelî û diziyê ku di nava wan de bûn girtin û cezayê 10 salan li endamên wê birîn.
Li gorî çavkaniyên leşkerî her endamekî sûcek cuda kiriye û gelek rêbazêz kirêt û sextekariyê bi kar anîne.
Gelo van kesan çi kirine?
Kesê bi navê (S.F.T),
Bazirganî bi parçeyên li herêma pişesaziya leşkerî kiriye û nasnameya bazirganî bi kar aniye.
Pêdiviyên pişesaziyê bi buhaya 3-4 zêdetir dişandin herêma saziyên leşkerî û pereyên neheq bi dest xistine.
Alava kualîtiya wan kêm e, weke orjînal û li gorî hilberîna Ewropayê, fatûre danîne.
Alavên ku dema wan a bikaranînê qediya ye û li ber rizandinê ne, bi buhayeke zêde dişandin saziyên leşkerî
Her wekî vî kesî gelek xebatkarên muhasebê, arşîv û fatûreyan bertîl kirine û belge dişetandin, da ku karê toreya xwe ya diziyê berdewam bike.
Ev kes weke berpirsê dizî û şêlandinê ye û pê re jî kesê bi navê (A.Y.E) cihê xwe girtiye û cezayê girtina 10 salan li wan herdûyan hatiye birîn.
Li gorî heman çavkaniyê jî, kesekî bi navê (M.İ), gelek sûc di saziyên leşîkerî de kirine û di serî de qumaşê leşkerî û alavên terzîxaneyê ji bo kargeha heman herêma pişesaziyê dabîn dikir û sextekariyeke mezin dikir û 900 hezar dolar di firotina wan de diziye.
Di heman demê de, gelek qumaş û alav di depoyan de kom kirine û piştre firotine û gelek xebatkar jî bertîl kirine, ev kes jî hîna darizandina wî didome.
QSD’ê ev operasyon di meha Nîsanê de pêk anî û li gorî wan gel destekeke mezin daye wan.
Komîteya Şopandinê ya ji Kongreya zarokên Cizîr û Firat derketiye, piştrast dike ku, wê herî şopandina xwe ji van gendelan re bidomînin da ku bandora wan bi dawî bikin û daxwazên xelkê bi cih bînin.